Di êrişên DYE'yê de 8 leşkerên Îranê mirin

Di êrişên DYE'yê yên li ser navendên leşkerî yên Îranê de 8 leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA'yê, di êrışên dawî yên DYE'yê de yên li ser bajarên Bûşehr û Bender Abbasê 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku leşkerên jiyana xwe ji dest dan ji Hêzên Deryayî û Hewayî yên Artêşa Îranê bûn.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) nîvê şevê êriş biribû ser bajarên Sirik û Bender Abbas ên li nêzî Tengava Hurmuzê û bajarên Mahşehr, Benderîmam û Hamidiye yên ser bi eyaleta Hurmuzganê. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihandibû ku weke bersiva li êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin wan li zêdeyî 80 hedefên leşkerî xistin.

Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî diyar kir ku weke bersiva li êrişan wan li 85 navendên leşkerî yên DYE'yên li Bahreyn û Kûweytê xistin.